Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), encamnameya civîna xwe ya Meclisa Partiyê (PM) ku di 27’ê Cotmehê de li dar xist, eşkere kir.
Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku di serî de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, gelek mijarên cuda hatine nîqaşkirin.
Di encamnameyê de bal kişand ser girîngiya gava ji hêla Tevgera Azadiyê ya Kurd ve hatiye avêtin û sepanên derhiqûqî.
Di berdewamiya encamnameyê de hat gotin ku wan di civîna xwe de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandiye û ji bo bicihanîna armanca pêvajoyê erk û berpirsyariyên partiya xwe ji nû ve girtine dest.
DEM Partî da zanîn, PKK’ê di kongreya xwe ya 12’an de xwe fesix kir û di 26’ê cotmeha 2025’an de ragihand ku wê hemû hêzên xwe yên çekdar ji nav sînorên Tirkiyê vekişandiye û got:
"Divê ev pêşketin ji bo demokrasî, hiqûq û pêvajoya aştiya civakî wekî xaleke girîng were hesibandin; divê gavên pêwîst ên hiqûqî û siyasî demildest werin avêtin."
Aştî bi naskirina hemwelatiya wekhev mayinde dibe
Di daxuyanî de tê diyarkirin ku pêşeroja vî welatî dê ne bi siya çekan, lê bi îradeya kolektîf a gelan wê were destnîşankirin û wiha berdewamî da axaftina xwe:
"Divê ev gav bi dilsozî were piştgirîkirin da ku li şûna tundûtûjiyê siyaset, li şûna şer û pevçûnê jî çareseriyeke demokratîk pêş bikeve."
Zextên ser çapemeniyê şermezar kir
DEM Partî di encamnameyê de bal kişand zextên li ser CHP û çapemiyê jî û dibêje:
"Tirkiye careke din bi kiryarên hikûmetê yên neqanûnî, neheqî û zilmê re rû bi rû ye.
Operasyonên dawî yên ku li dijî CHP’ê hatin kirin, ne tenê li ser partiyekê, lê li ser tevahiya muxalefeta demokratîk û îradeya gel hatine kirin.
Her wiha tayînkirina qeyûman ji bo dezgehên medyayê jî geşedanên heyî ne.
Pir eşkere ye ku tohmetên li dijî TELE1’ê û li dijî rojnamevan Merdan Yanardag, bêbingeh in û armanca van tohmetan tepeserkirina medyayê ye."