DFG: 78 rojnamevan di gulanê de hatine darizandin

reset font size increase font size

Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG) rapora binpêkirinên mafên rojnamevanan a Gulana 2025’an li Bakurê Kurdistan û Tirkiye belav kir.

Komeleyê da zanîn ku di mehekê de, di 43 dosyayên dozê de 78 rojnamevan hatin darizandin û 4 rojnamevan hatin cezakirin. Dîsa, li dijî 10 rojnamevanan lêpirsîn hatin vekirin û lêpirsînên 3 rojnamevanan jî veguherî dozên dadgehê.

Di daxuyaniya komeleyê de hat gotin ku niha 31 rojnamevan di girtîgehê de ne.

DFG destnîşan kir ku li kêlek girtin, darizandin û fişara li ser rojnamevanan, 3 malper hatin girtin, 12 nûçe hatin astengkirin û 465 naverokên medyayê jî hatin astengkirin.

Hin rojnamevanan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye derbarê  rojnamevanên ku di dem û cihên cuda de hatine kuştin Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn, Gulîstan Tara û Hêro Behadîn, post belav kiribûn. Dadgeha Tirkiye der heqê wan de jî lêpirsîn vekir. Komeleyê ev kiryar rexne kir.

Di dawî de teqez kir ku dê rojnamegeriyê biparêzin û heta ku hemû rojnamevanên girtî serbest bên berdan, ew ê rastiyê binivîsînin.

Ebîr Muhemed

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye