Li Efrîna dagirkirî binpêkirin berdewam dikin

Salek li ser ketina rêjîma BAAS'ê re derbas bû, lê hîn jî kuştin û binpêkirin li Sûriyê berdewam in. Li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz de, bi taybet herêmên ku kêmnetew lê dijîn binpêkirin zêde bûne. Li Efrîna dagirkirî jî ku hikumeta veguhêz dibêje ewlehiya wê diparêze, hîn jî kuştin, revandin û desteserkirina mal û milkên şeniyan berdewam dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Herêma Efrînê ku li bakur û rojavayê parêzgeha Helebê dikeve, ji 2018'an ve, di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çekdarên wê de ye.
Ji wê demê ve gelek binpêkirin û destdirêjî li ser xweza, cihên dîrokî û li ser şêniyên Efrînê hatine kirin.
Her wiha xelkên Efrînê di encama dagirkeriyê de, koçberî herêma Şebayê bûn û li wir di zor û zehmetiyên jiyana koçberiyê de, bi hêviya vegerê, 7 sal temam kirin.


Di sala borî de, weke îro dema ku rêjîma BAAS'ê hilweşiya û HTŞ'ê hat ser desthilatdariya Sûriyê, xelkên Efrînê ku li Şehbayê diman careke din rastî pêla koçberiyê hatin.
Vê carê jî ber bi herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve rêwîtiya penaberiyê berdewam kirin.
Ev bû salek li ser çûyîna Esed, lê hîn jî binpêkirin li seranserî herêmên Sûriyê bi taybet ên di bin kontrola Hikumeta veguhêz de, berdewam dikin.
Li Efrînê jî, ev yek derbasdar e.
Dema serokê Hikumeta veguhêz ê Sûriyê Ehemed Şera hatiye ser desthilatdariyê, soz da ku wê tevahî axa Sûriyê ji dagirkeriyê rizgar bike û ewlehiyê vegerîne hemû herêmên Sûriyê.

Yek ji bendên peymana 10'ê Adarê vegera bi ewle ji bo koçberan e 

Li gor wê jî, di 10'ê Adarê de, Serokê Hikumeta veguhêz ê Sûriyê Ehemed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî peymanek îmze kirin.
Di peymanê de 8 bend hatin nîqaşkirin û li ser wan bendan peyman hat îmzekirin.
Yek ji wan bendan, vekişîna hêzên dagirker û vegera bi ewle ji bo koçberan, di nav de vegera xelkên Efrînê bû.
Lê heya niha ev yek tenê li ser kaxezê maye, ti pêşketin an vekişîna dagirkeriyê û heta vegera bi ewle ya koçberan nehatine dîtin.


Li Herêma Efrînê ev saleke, şêniyên wê rastî lêdan û kuştinê tên.
Her wiha çeteyên dewleta Tirk destê xwe datînin ser mal û milkên sivîlan. Îsal jî wek her sal çeteyan berhemên zeytûnan desteser kirin.
Lê Hikumeta Veguhêz a ku soz daye û peyman îmze kiriye, bê deng maye.
Derbarê binpêkirinan de, ku çeteyên "Emşat û El Hemzat" pêk tînin, ti refleks nîşan nedaye.

SOHR: Di salekê de li herêma Efrînê gelek kuştin çêbûn

Li gor agahiyên ku Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) belav kiriye, di salekê de li herêma Efrînê gelek kuştin di nav de yên ku di zindanan de, ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest dane jî hene.
Her wiha çalakvanê hiqûqî Îbarahîm Şêxo da zanîn ku di salekê de li Sûriyê gelek zindan vala bûn, lê zindanên Efrîn, hewar Kilis û bi taybet zindana El Ra'î hîn jî, tijî ne.
Sivîlên ji Efrînê tên revandin û kesên bi tohmetên bi rêxistinê re kar dikin jî, sewqî wan zindanan dikirin.
Îbarahîm Şêxo eşkere kir ku desteserkirina mal û milkên sivîlan di vê salê de zêde bûye û hîn jî berdewam dike.
Her wiha tevî kuştin, revandin û desteserkirina mal û milkên sivîlan, heya niha ti belgeyên fermî û bîlançoyên kuştin û revandinê li Efrînê nehatine zelalkirin an jî belavkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye