Salên şerê li Sûriyê ne tenê pevçûnek siyasî an leşkerî bû ew rêwîtiyek dirêj a wêranbûnê bû ku li seranserê Sûriyê belav bû.
Di vê wêrankirinê de, hevpeymaniya di navbera rejîma Esed û Îranê de wekî yek ji faktorên herî bi bandor derket holê.
Bi şoreşa Îranê ya di sala 1979'an de, Hafiz Esed piştgiriya xwe bi rejîma nû ya Tehranê re ragihand, ne tenê ji ber sedemên siyasî, lê ji ber ku nêzîkatiya mezhebî ya di navbera Elewî û Şîeyan de bingehek hevpar hebû.
Di Şerê Îran û Iraqê de di navbera salên 1980 û 1988'an de, Sûriyê li dijî Iraqê li kêleka Îranê cih girt û li wir alîkariya damezrandin û piştgiriya Hizbullahê kir.
Dema ku Hafiz Esed di sala 2000'an de mir û Beşar Esed desthilatê girt, wî têkiliyek nû dest pê nekir, lê belê hevalbendiya xurt ya heyî mîras girt û bi deh salan domand.
Îran di 2012'an Pasdarên de îranê şand Sûriyê
Lê xala werçerxê di sala 2011'an de hat, dema ku şoreşa Sûriyê dest pê kir û şerê li Sûriyê dest bi wêrankirina welêt kir.
Di wê gavê de, Îranê ketina Esed wekî windakirina hevalbendê xwe yê herî girîng û qutkirina rêya xwe ya bejahî ji bo Hizbullahê dît, ji ber vê yekê biryar da ku bi tevahî hêza xwe mudaxele bike.
Ji sala 2012'an pê ve, Îranê dest bi şandina şêwirmendên Pasdarên Şoreşê kir, dûv re milîs ji Libnan, Iraq û Afganistanê berhev kirin û ji bo Sûriyê şand.
Heta sala 2013'an, ev milîs li her eniyê, ji Quseyrê bigire heya Helebê û gundewarên Şamê, şer dikirin.
Bi van şeran re, bajarên Sûriyê bedela herî giran dan.
Di navbera 2013 û 2016'an de, tevahiya Sûriyê hate wêrankirin û demek dirêj gel di bin dorpêçê de bûn, ev hemî bû sedem ku koçberî zêde bibe û Sûriyê bibe cihê herî xerab di Rojhilata Navîn de .
Ev wêranî ne tenê encama şerê Baas`ê li hember gel bû, lê belê encama stratîjiyeke bi zanebûn bû ku li ser bingeha hêza zêde, bombebarana bêserûber û operasyonên bejayî yên ku milîsên ji hêla Îranê ve têne piştgirî kirin, hatiye avakirin.
Di navbera 2016 û 2024'an de, Sûriyê derbasî serdema herî xirab bû; bajar hatin wêrankirin, aborî hilweşiya û bi milyonan kes koçber bûn.
Di sala 2024'an de rêjîma Baas`ê piştî salên dirêj hêza xwe ya leşkerî û aborî windakir, lewre Îran jî di şerekî di navbera Îraq û Îsraîl de bû. Îran berî hilweşîna Baas`ê hêza xwe vekişand û di wê pêvajoyê de Rûsyayê jî piştgirtiya xwe bi Baas`ê re kêm kir.
Îran berî hilweşîna Baas'ê bi 2 rojan ji Sûriyê vekişiya
Her wiha Efserekî berê yê Sûriyê ku li baregeheke ewlehiyê ya Pasdarên Şoreşa Îranê li Şamê dixebitî, bêyî ku navê xwe eşkere bike ji AFP'ê re ragihand ku wî di 5'ê Kanûna ya 2024'an de ango sê roj berî hilweşîna rejîma Baas'ê ji serokên xwe yên Îranî telefon wergirtiye û fermana divê roja Înê ango 6'ê Kanûnê li Îranê be girtiye.
Wî diyar kir ku ji nêzî 20 efser û leşkerên Sûriyê yên ku di bin fermandariya Îraniyan de bûn wan agahdar kiriye û gotiye: "Êdî Pasdarên Şoreşa Îranê li Sûriyê tune ne."
Du roj şûnda, di 8'ê Kanûnê de, Beşar Esed reviya Rûsyayê û rejîma Baas'ê hilweşiya.