Li Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de 39 kes hatin kuştin

Wezareta Tendirustiyê ya Xezeyê ragihand ku Îro 39 kes di nav de 21 kesên ku alîkarî digirtin, ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin kuştin û 491 kes jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Wezareta Tendirustiyê ji ber birçîbûnê jî 11 kesên din li Xezeyê jiyana xwe dest dane.

Hejmara qurbaniyên birçîbûnê li Xezeyê gihîştiye 212 kesan ku di nav wan de 98 zarok hene.

Wezareta Tendirustiyê ya Xezeyê ragihand ku ji 7'ê Cotmeha 2023'an ve, di encama êrîşên Îsraîlê de 61 hezar û 369 kes hatine kuştin û 152 hezar û 850 kesên din jî birîndar bûne.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24