Salih Muslim: Tirkiyê peymana 10'ê Adarê qebûl kiriye

Endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim diyar kir ku Tirkiye Peymana 10'ê Adarê qebûl kiriye û bi vê peymanê re wê gelek pirsgirêk çareser bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 Roja duşemê serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed el-Şera serdana Washingtonê kir û bi serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka Donald Trump re civiya.

Hat ragihandin ku Trump û el-Şera li ser pêkanîna peymana 10'ê Adarê ya ku di navbera QSD û Şamê de pêk hatibû sekinîne û her du aliyan li ser pêkanîna vê peymanê li hev kirine.

Derbarê hevdîtinê de, Endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim diyar kir ku Tirkiye Peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye û bi vê peymanê re wê gelek pirsgirêk çareser bibin.

Salih Mûslim diyar kir ku ew hevdîtinê ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê wekî gavekî nû û erênî dibînin û got:

"Di hevdîtinê de gelek xal hatine nîqaşkirin û li ser gelek tiştan lihevkirin çêbûne.

Tişta herî balkêş jî ew e ku Wezîrê Karê Derva yê Tirkiyeyê jî li wir bû.

Di vê civînê de rola Tirkiye, el-Şera, DYE, Hikûmeta Sûriyeyê û hêzên koalîsyonê hatine nîqaşkirin.

Em jî wek PYD'ê vê hevdîtinê ji bo Rojhilata Navîn gaveke erênî dibînin."

 

"Rakirina qedexeyên bazirganiyê wê ji bo me jî erênî be"

 

Salih Muslim da zanîn ku di hevdîtinê de nîqaş li ser têkoşîna li dijî terorê hatiye kirin û wiha axivî:

 

"Ji bo silametiya Sûriyeyê mijara sereke têkoşîna li dijî terorê ye."

Salih Muslim di axaftina xwe de bal kişand ser qedexeyên ku li ser Ehmed el-Şera û hin kesayetên din hatine rakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe:

"Qedexeyên ku ji ser Şara û hevalên wî hatine rakirin ji bo karibin rehettir tevbigerine. Lê divê qedexeyên li ser bazirganiyê jî bên rakirin.

Rakirina qedexeyan wê bi awayeke erênî bandorê li ser me jî bike. Ji aliyê pêşxistina projeyan de jî wê xwedî bandoreke erênî be."

 

"Bêyî demokrasiyê entegrasyon pêk nayê"

 

Endamê Desteya Serokatiya PYD'ê Salih Muslim, di dawiya axaftina xwe de wiha got:

"Em dixwazin li ser bingeha demokrasiyê entegreyê Sûriyeyê bibin.

Divê em li ser zagonên hiqûqî li hev bikin.

Ji ber vê yekê divê Şam jî wek me ji demokrasiyê bawer bike û Emerîka jî di vê mijarê de bibe alîkar.

Lê heke di nav hewldana helandinê de bin wê demê em nikarin behsa entegrasyonê bikin.

Ji bo QSD'ê entegrasyonê pêk bîne divê Hikûmeta Veguhêz saziyên xwe ava bike."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye