Îsraîl li Bekaa’yê 7 cih bombebaran kir

Tevî agirbesta 27’ê Mijdara 2024’an jî aloziyên di navbera Îsraîl û Lûbnanê de berdewam dike. Îsraîlê duh cardin baregehên Libnanê bi balafirên şer kire armanc.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Di navbera Îsraîl û Lûbnanê de par agirbesteke dû alî hate ragihandin. Lê belê ji wê rojê ve êrîşên Îsraîlê bi bihaneyên cûda didome. Duh jî Îsraîlê bi balafirên şer gelek deverên li Libnanê kire armanc. 

Li gor ajansa fermî ya Libnanê, arteşa Îsraîlê li Bekaa’yê 7 cih kir armanc. Di derbarê encama van êrîşan de agahiyêên zelal heya niha nehatin bidestxistin. 

Arteşa Îsraîlê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û da zanîn ku li herêma Bekaa û başûrê Libnanê tesîsên çêkirina taqemeniyan, çêkên stratejîk û depo hedef girtine. 

Wezîrê parastinê ya Îsraîlê Israel Katz jî li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyaniyek da.

Katz diyar kir ku wan tesîsekî mezin ya çêkirina moşekan kirine armanc û got: “Hemû hewldanên rêxistina terorê ya ji nû ve avabûn, xwe komkirin û xeterbûyînê dê bi hêzeke bê tavîz were bersivandin.” 

Ji roja agirbest ketiye meriyetê heya niha Îsraîê herî kêm 3 hezar car agirbestê bin pê kiriye û di encama de herî kêm 213 kesan jiyana xwe ji dest daye û 508 kes jî birîndar bûne. 

 

Ji bo çêk berdanê zexta li ser Hizbûllah zêde dibe

 

Li gel van geşadanan ji bo bêçêkkirina Hizbûllah jî hewldan û zêxtên navneteweyî didomin.

Herî dawî Serokwezîrê Libnanê Joseph Aoun, bangawaziya çek berdanê li Hizbûllah û komên çêkdar yên siyasî kir. 

Auon diyar dike ku bi çek berdana Hizbûllahê re dikarin dîsa baweriya cîhanê bi dest bixin. 

Hizbûllah dijî vê pêvajoyê derdikeve û çek berdanê weke teslîmbûyîna Îsraîlê dinirxîne.

Serokê Hîzbûllahê Naîm Kasim di daxuyaniya xwe ya beriya niha de wiha axivî bû: “Yên ku bangazwaziya çek berdanê dikin, fîîlî daxwaz dikin ku ev çek teslîmî Îsraîlê were kirin… Em ê li hember Îsraîlê serî netewînin.”

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24