Li Tirkiyê di pêvajoyeke ku behsa berdana dîlgirtiyan û başkirina şert û mercên wan dike de, îdiaya xwekuştina dîlgirtiyekî din hate parvekirin.
Hat îdiakirin ku girtiyê bi navê Mehmet Çevîren ê di sala 2016'an de li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hat girtin, xwe kuştiye.
Mehmet Çevîren 42 salî ye û bavê 3 zarokan e, cezayê heta hetayî yê girankiriî lê hatibû birîn.
Girtiyê Siyasî Mehmet Çevîren ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Qubîn/Êlihê dihat ragirtin, 10 sal in girtîbû û bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
Birayê Çevîren: Ez beriya 2 rojan li cem wî bûm, ew hate kuştin
Li hemberî îdiaya "xwekuştinê" malbata wî bertek nîşan dan.
Birayê Çeviren, Welat Çeviren ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û îdiayên navborî red kirin û diyar kir ku mirina birayê wî bi guman e.
Çeviren ji ber mirina birayê xwe sersaxî ji gelê Kurd û girtiyên li zindanan re xwest û wiha got:
"Mirin ji me ne dûr e, lê azadî jî ne dûr e. Birayê min şehîd e. 7 sal bûn di şaneya yekkesî de bû.
Bêbextiyê dikin, dibêjin 'xwe kuştiye'. Di şaneya yekkesî de şert û mercên ku xwe bikuje nînin.
Ez beriya 2 rojan li cem wî bûm. Min kinc ji bo wî birin, daxwazên wî bûn. Ger bixwesta xwe bikuje, ev tişt nedixwestin. Ev guman in."
Çevîren wê li gundê wî bê definkirin
Çeviren destnîşan kir ku dewlet ji jiyana girtiyên di girtîgehan de berpirsiyar e û ev peyam da:
"Birayê min ti carî li zindanê jî serê xwe li ber wan neçemand. Em ê bi serbilindî wî bispêrin axê."
Cenazeyê Mehmet Çeviren, piştî karûbarên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê, bi dawî bûn, anîn navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê.
Cenazeyê Çevîren, li pêşiya Nexweşxneya Dewletê ya Dêrikê bi dirûşmên “Bijî berxwadana zindanan” û “Şehîd namirin” hate pêşwazîkirin.
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelek kes tev li pêşwazîkirinê bûn.
Cenaze rakirin morga nexweşxaneyê û îro dê li gundê Xiraredeyê bê definkirin.