Televîzyona dewleta Îranê, ragihand ku di axaftina telefonê de bi hempîşeyê xwe yê Fransî Emmanuel Macron re, Serok Mesûd Pezeşkiyan li ser rewşa niha ya agirbesta ragihandî a di navbera Amerîka û Îranê de nîqaş kiriye.
Pezeşkiyan, diyar kir ku welatê wî dê danûstandinan tenê di çarçoveya qanûna navneteweyî de bidomîne.
Serokê Îranê, tekez kir ku wan şertên agirbestê "bi zelalî" ragihandine û dê pabendî wan bibin.
Pezeşkiiyan, destnîşan kir ku "daxwazên herî zêde" yên Amerîkayê rê li ber encamdana peymanekê digirin û got:
"Her gefek li ser Tengava Hurmizê dê encamên dûr û dirêj ji bo cîhanê bi xwe re bîne."
Ji aliyê xwe ve, serokê Fransayê Emmanuel Macron, diyar kir ku divê Libnan jî di peymana agirbestê de cih bigire.