Roja pêncşemê, Mehrawa Xendan kurê çalakvana mafên Mirovan Nisrîn Stode, belav kir ku dayika wî di êvara çarşemê de li mala xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, hat girtin.
Her wiha Mehrawa Xendan da zanîn ku, amûrên elektronîkî, di nav de laptop û telefonên destan yên dayîk û bavê wî jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, hatine desteserkirin.
Kurê Çalakvana girtî da xuyakirin ku dayika wî, heta niha bi wan re neaxivîye û cihê wê ne diyar e.
Nisrîn Stode, çalakvana mafên mirov û jinan xelatên navneteweyî wergirtiye, di nav wan de Xelata Sakharov a 2012'an ji Parlamentoya Ewropayê û Xelata Jiyana Rast a 2020'an jî hene.
Çalakvana Mafên Mirovan Nisrîn Stode, ji ber çalakvaniya xwe ya mafên mirovan, 10 salan di girtîgehên Deweta Îranê de bû û hevjînê wê jî Riza Xendan ji Kanûna 2024'an û heta niha di girtîgehê de ye.