Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsana 1949'an de li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ji dayîk bûye.
Bi vê boneyê jî her sal di vê rojê de li gelek bajarên Kurdistanê dar tên çandin.
Îsal jî li bajarên Qamişlo, Amûdê, Dêrik, Çilaxa, Girkê Legê û Tirbespiyê yên herêma Cizîrê yên Rojavayê Kurdistanê bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna 77 saliya Abdullah Ocalan dar hatin çandin.
Di heman demê de li parêzgeha Silêmaniyê, Amedê û li Xelfetiyê jî bi heman boneyê dar hatin çandin.
Li ser daxwaza Rêberê Damezrîner ê PKK`ê Abdullah Ocalan ku di hevpeyvîneke di derbarê rojbûna xwe de dibêje dewsa şahî û getoyan(kêk) ku çanda îsrafê ye, hûn dikarin daran biçînin ku sûdê li xweza û mirovahiyê dike.
Gelê Kurd, dost û dilxwazên Abdullah Ocalan jî her sal di 4'ê Nîsanê de bi boneya rojbûna rêberê xwe daran diçînin.
Bêgûman weke Abdullah Ocalan dibêje çandina daran ji bo xwezayê girîng e, lê divê ev darên ku têne çandin, xwedî li wan were derketin.
Her sal di 4ê Nîsanê de bi sed hezaran dar tên çandin. Ger ev dar bihatana avdan û parastin niha gelek deverên Kurdistanê, wê bibina daristan. Lê piraniya wan bêav dimînin hişk dibin an jî tên şikandin.
Lê ya xuyaye ew darên ku bi vê armancê tên çandin, roja din, yanî 5 Nîsanê ew darên ku hatine çandin tên ji bîr kirin.
Darên ku di 4`ê Nîsanê de tên çandin, divê bên avdan
Wekî ya li ser erdê xuya ye û em jî dişopînin li gorî darên hatine çandin, divê niha li Rojava daristan çêbibana.
Mînaka berbiçav jî Rojavayê Kurdistanê ye ku bûye zêdetirî 13 sal in di 4 Nîsanê de bi hezaran dar tên çandin.
Lê li Rojava çi saziyên sivîl bin, çi jî gel û çi jî leşkerî bin xwedî li darên ku diçînin dernakevin.
Tevî ku bûye weke çandekê jî, ku bi salane di vê dîrokê de dar tên çandin, lê xwedî derketina li van daran hîn jî nebûye çand.
Li vir pirskek derdikeve, gelo ev dar tenê ji bo wêne û dîmenên medyayê tên çandin?
Li gor çavnêriyên me ev dar piraniya wan ji ber bêaviya hişk dibin. Gelo wê îsal jî wisa be wek her sal wê dar werin çandin û ji bîr bibin?