Li girtîgeha tîpa M a wanê mirineke biguman

Li Bakurê Kurdistanê, li Girtîgeha Tîpa M a Wanê, Girtiyê bi navê Cîhan Talak, hefteyek berê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest daye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyan, girtiyê bi navê Cîhan Talak ê 20 salî ku du meh berê hatibû girtin û di girtîgeha Tîpa M a Wanê de girtî bû, di qawîşa xwe de mirî hatiye dîtin.

Her wiha li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Cîhan Talak bi "xwekuştinê" hatiye tawanbarkirin.

Hat zanîn ku piştî mirina biguman a Talak, girtiyên din ên di qawîşê de bo qawîşên din, hatin veguhestin.

Nehat zanîn ka derheqê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin an na, lê hat diyarkirin ku rêveberiya girtîgehê hewl dide ser bûyerê bigire.

Bêdengiya rêveberiya girtîgehê ya derheqê mirina biguman a Cîhan Talan de jî, didome.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye