Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee got ku hêzên Lîwaya Çiyayî, bi hevkariya Yekîneya 504, operasyon pêk anîne.
Berdevkê artêşê da diyakirin ku li ser sînor tevgerên gumanbar hatine tespîtkirin.
Piştî mudaxeleya artêşê çek hatine desteserkirin û kesên girtî ji bo lêpirsînê hatine veguhestin.
Di heman demê de sibeha pêncşemê ya borî, hêzên Îsraîlê bi hevkariya balafirên şer, dest bi êrîşeke nû li ser çend gundên li başûrê Quneytrayê ya başûrê Sûriyeyê, kiribûn.