Şam nahêle madeyên avahîsaziyê derbasî Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bibin

Dorpêça li ser her du taxên Kurdan ê Helebê berdewam dike Ev dorpêç bûye sedem ku pêwîstiyên sereke yên avahîsaziyan derbasî van herdu taxan nebe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Şêniyên Helebê avahiyên xwe yên ji ber şer xisar dîtine ji nû ve ava dikin.

Lê ji ber kêmbûna madeyên weke hesin, çîmento û remil yên avahî pê tê avakirin pirsgirêk derdikevin.

Sedema pirsgirêkê jî dorpêç û polîtîkaya Hikûmeta Vegûhêz li ser taxên kurdan dimeşînê ye.

Ne tenî madeyên avahîsaziyê rayedarên şamê nahêlin sotemenî jî derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibe.

Ev yek jî bandorê li ser projeyên avakirinê çêdike û metirsiyên zêdebûna bêkariyê li herêmê zêde dike.

Di 20`ê cotmehê de bi armanca bi dawîkirina dorpêça li ser her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê  komîteyek leşkerî bi QSDê re civaya lê tevê wî jî dorpêç hîn jî berdewam dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye