Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî di civîna xwe ya li gel komîteyên hevpar de got: “Her çend biryara Meclîsa Wezîran heye, lê divê Serokwezîr dayîna mûçeyan erê bike.”
Di navbera Wezîrên Iraqê de, danûstandin li ser komnivîsên komîteyên Wezareta Darayî û ya Hikûmeta Federal li ser mûçeyên meha Hezîranê yên Herêma Başûrê Kurdistanê tên nîqaşkirin.
Wezareta Darayî da zanîn, ji ber ku daxwaza Bexdayê neqanûnî ye, Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê nikare ji sedî sed dahata bacê ji Bexdayê re bişîne.
Her wiha ji bo sala bê û ji bo mûçeya sala 2026’an jî divê lihevkirinek nû bê kirin.
Li gorî vê eger her du hikûmet îro li ser hemû pirsgirêkan lihev nekin, Bexda nikare mûçeyê sê mehên bê jî bide.