Di vê mehê de li Rojhilatê Kurdistanê 197 kes hatin darvekirin

Kampanya "ji Darvekirinên Sêşemê re na" ragihand ku di vê mehê de 197 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kampanya ‘ji Darvekirinên Sêşemê re Na’ li dijî cezayê darvekirinê yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hikûmeta Îranê dixwaze bi rêya darvekirinan û asayîkirina tundiya civakê bixe nava tirsê de.

Kampanyayê da zanîn ku darvekirin ne rêya çareseriyê ye û binpêkirineke eşkere ya mafên mirove û got:

"Em daxwaz ji sazî û rêxistinên navdewletî, her wiha çalakvan û azadîxwazan dikin ku li beramberî van cezayên darvekirinê rabin û helwesta xwe nîşan bidin."

Hêjayê bibîrxistinêye ku ji sala 2023 yan ve her roja Sêşemê endamên kampanyayê dest bi çalakiya birçîbûnê dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye