Li gorî ku nûnerên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên dan û standina bi Hikumeta Veguhêz re, li ser rûpelên xwe parve kirine, ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê li Sûriyê Thomas Barrack, Senatora Amerîkayê Jeanne Shaheen û endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson li paytexta Urdun Emanê civiyan.
Di civînê de, pêşvebirina pêkanîna peymana 10’ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê Hikumeta Veguhêz Ehmed El Şari de hat nîqaşkirin.
Di hevdîtinê de şandeya DYA`ê piştgiriya xwe ji QSD`ê re diyar kir.