Ji destpêka şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hezar û 551 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA`ê, îro bi raporekê bîlançoya 24 saetên dawî yên şer li Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav kir.
Di raporê de hat destnîşankirin ku li ser 21 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, 701 êrîş pêk hatine.
HRANA`ê diyar kir ku êrîş li ser 29 baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên hêza Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, bîrên neftê û qadên enerjiya atomî yên Îranê pêk hatine.
Di encama 24 saetên dawî de 24 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 88 welatî jî birîndar bûne.