Li Lubnanê konferansa yekemîn a ciwanan bi dawî bû

Li Lubnanê, Konferansa Yekemîn a Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku bi beşdariya 200 delegeyan pêk hat bi encamnameyekî bi dawî bû.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li paytexta Lubnan Beyrûtê, Konferansa Yekemîn a Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi dirûşmeya "Bi têkoşîna ciwanan, em siberojeke azad û demokratîk biafirînin" hate lidarxistin.

Ev konferans bi destnîşankirina endamên dîwanê dest pê kir.

Analîzên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser rola ciwanan di civakê de û rapora Meclisa PYD`ê hatin xwendin.

 

Mazlûm Ebdî konferansê re dîmen şand

 

Di konferansê de axaftina bi dîmen ya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, hate temaşekirin.

Mazlûm Ebdî,  têkoşîn û berxwedana ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan silav kir.

Piştre rapora Rêxistina Meclîsa Ciwanan a PYD`ê hate xwendin.

Piştî raporê ji bo pêşxistina xebatê nîqaş hate meşandin.

Konferans bi xwendina encamnameyan bi dawî bû.

 

Di encamnameyê de ev mijar derketin pêş:

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê çalakiyên bi bandor werin lidarxistin.

Ciwanên ku derveyî welat in ji bo vegera Rojava û tevlîkirina xebatên avakirinê kar were meşandin. 

Hemû herêmên Lubnanê avakirina komîteyên ciwanan.

Xurtkirina têkiliyan ciwanan ya Lubnanî û Ereb .

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye