Salek û 2 meh cezayê girtîgehê li Mahmut Alinak hat birîn

Di demekê de ku li Bakurê Kurdistanê her kes li benda çareseriya pirsa Kurdî ye, dewleta Tirk siyasetmedarên Kurd digire. Li Bakurê Kurdistanê siyasetmedar û nivîskarê Kurd Mahmut Alinak bi îdiaya ku “Heqaret li Erdogan” kiriye, hat girtin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Siyasetmedar Mahmut Alinak der heqê jiyana Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û biraziyê wî Bêkes de, ku 14’ê Kanûna 2025’an, di dema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dabûn, pirtûka bi navê “Mehmet Tunç û Bêkes” nivîsîbû.

Alinak di vê pirtûka xwe de, balê dikişîne ser biryarên Erdogan.

Bi îdiaya ku Mahmut Alinak di pirtûka xwe de heqaret li Erdogan kiriye, 4’emîn Daîreya Dadgeha Bilind li dijî Alinak dozek vekir.

Di encamê de, Dadgeha navborî, salek û 2 meh cezaya girtîgehê li Alinak birî.

Piştî biryarê siyasetmedarê Kurd Mahmut Alinak li mala xwe ya li Qersê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Di encamê de, Mahmut Alinak birin girtîgeha Qersê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye