Tevî agirbesta ku bi alîkariya Amerîkayê ve hatibû îmzekirin, êrîşên Îsraîlê li ser Xezeyê didomin.
Bijîşkan ragihandin ku herî kêm 9 Filistînî li Xezeyê, ji ber êrîşên asmanî yên Îsraîlê hatine kuştin.
Karbidestên Tenduristiyê gotin ku êrîşên asmanî yên Îsraîlê li ser Şerîda Xezeyê, herî kêm 9 Filistînî kuştin, di nav de 5 endamên malbatekê hene.
Bijîşkan gotin ku balafirên şer ên Îsraîlê serê sibehê li 4 malan xistin û 15 kes birîndar kirin.
Artêşa Îsraîlê hîn li ser bûyeran ti şîrove nekiriye.
Her wiha hate gotin ku êrîşa Îsraîlê saet 02:30ê sibehê qewimiye.
Bijîşkên Xezeyê zêde kirin ku tenê keçek ji êrîşa li ser malbatekê sax maye.
Dan û standinên di navbera Îsraîl û Xezeyê de asê bûn
Di heman demê de, agirbesta ku bi alîkariya Serokê Amerîkayê Donald Trump ve pêk hatibû, nekarîbû êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê rawestîne.
Her wiha dan û standinên nerasterast ên der barê pêkanîna qonaxa duyem a peymanê de, ku bêçekkirina tevgerê û vekişîna artêşa Îsraîlê dihewîne, rawestiyane.
Îsraîl dibêje ku êrîşên wê yên asmanî armanc dikin ku êrîşên pêşerojê asteng bikin û dibêje ku ew destûrê dide alîkarî û kelûpelan ku bikevin Xezeyê.
Li gorî daneyên rayedarên tenduristiyê yên Xezeyê, ji destpêka agirbestê ve nêzîkî 930 Filistînî di êrîşên asmanî yên Îsraîlê de hatine kuştin.
Ev hejmar jî di navbera çekdar û sivîlan de ye.