Keştiyeke penaberan li peravên Bodrumê binav bû: 19 kes mirin

Li peravên Bodrumê ya li Deryaya Egeyê, di encama binavbûna keştiyeke hewadar de 19 penaber xeniqîn. Ewlekariya Peravê ya Tirkiyê ragihand ku 20 kes sax hatine rizgarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li peravên navçeya Bodrumê ya Muglayê ku dikeve li başûrê rojavayê Tirkiyê, di Deryaya Egeyê de keştiyeke penaberan binav bû. Di encamê de 19 kesan jiyana xwe ji dest dan.

 

Fermandariya Ewlekariya Peravên Tirkiyê, ragihand ku di encama operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê de 20 penaberên neqanûnî sax hatine rizgarkirin û cenazeyên 19 kesan jî hatine dîtin.

 

Tîmên Ewlekariya Peravê, diyar kirin ku koma penaberan derdora saet 6:00`ê sibê li deryayê hatiye dîtin.

 

Di daxuyaniyê de, hat îdîakirin ku keştiya hewadar guh nedaye hişyariya "raweste" û bi leza bilind reviyaye û piştî ku ketiye nav avê, binav bûye.

 

Rayedaran ragihandin ku lêkolîna li ser bûyerê berdewam dike.

 

Bajarê peravê yê geştiyariyê Bodrum, ji ber nêzîkbûna xwe ya bi giravên Yewnanîstanê re, demeke dirêj e ku wekî yek ji xalên herî qerebalix ên rêyên koçberiyê tê zanîn.

 

Bi taybetî Girava Kos wekî yek ji xalên sereke yên ketina Deryaya Egeyê ji bo kesên ku hewl didin bigihîjin Yekîtiya Ewropayê derdikeve pêş.

 

Mesafeya di navbera Kos û peravên Tirkiyê de kêmtirî 5 kîlometreyan e.

 

Lêbelê, ev mesafeya kurt pir caran ji ber derbasbûnên bi keştiyên nebaş û ne ewle dibe sedema mirinan.

 

Li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM), ji destpêka salê ve herî kêm 831 penaber li Deryaya Spî yan winda bûne yan jî mirî hatine dîtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye