Rojnamevana Amerîkî Shelley Kittleson li Îraqê hat revandin

Rojnamevana Amerîkî Shelley Kittleson li paytexta Îraqê, Bexdayê ji aliyê komeke nenas ve hat revandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojnamevana Amerîkî Shelley Kittleson li nêzîkî Otêla Palestine li Kolana Saadoun li navenda Bexdayê ji aliyê komeke çekdar a bi cilên reş ve hat revandin.

 

Kittleson rojnamevaneke Amerîkî ya serbixwe ye ku li Bexda û Îtalyayê dijî.

 

Ew ji bo ajansa nûçeyan a Îtalyayê ANSA, nûçeyên ji Rojhilata Navîn û Efxanistanê dişopîne û her wiha bi rojname û malperên navneteweyî yên wekî Al-Monitor, Foreign Policy, BBC, û Al-Majalla re dixebite.

 

Wezareta Navxweyî ya Îraqê îro ragihand ku, kesên nenas rojnamevaneke Amerîkî revandine.

 

Her wiha Wezaretê destnîşan kir ku yek ji gumanbaran piştî ku erebeya wî wergeriya hat girtin.

 

Wezareta Navxweyî tekez kir ku, ew hewildanên xwe ji bo dîtina kesên din ên ku tevlî bûyerê bûne û ji bo azadkirina Rojnamevana revandî, berdewam dike.

 

Di heman demê de, lêpirsîn ji bo eşkerekirina şert û mercên bûyerê hîn jî didomin.

 

Wezareta Navxweyî dubare kir ku, ew ê rê nede ti hewildaneke ji bo têkbirina ewlehiyê an armancgirtina mêvanên biyanî.

 

Her wiha Wezaretê tekez kir ku, dezgehên wê yên ewlehiyê dê bi tevahî hişyar bimînin û bi tundî li dijî binpêkirinên yasayê tevbigerin û wan bibin ber dadgehê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye