Artêşa Îsraîlê: 4 leşkerên me li bakurê Xezeyê hatine kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Xezeyê di dema operasyonê de 4 leşkerên wê hatine kuştin. Her wiha Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu, hişyarî da niştecihên Xezeyê ku tavilê ji bajêr derkevin. Li aliyê din ve jî, Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Derve ji bo pêkanîna agirbestê li Xezeyê, ji berpirsên Hamasê xwest ku bersivê bidin pêşniyara dawî ya Amerîkayê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser Xezeyê dijwartir kir, Hemasê jî tankek artêşa Îsraîlê teqand.

Artêşa Îsraîlê duh ragihand ku li bakurê Xezeyê 4 leşkerên wê hatine kuştin.

Artêşê diyar kir ku dema teqemeniyek bi tankekî wan ve hate teqadin ev leşker hatine kuştin.

Li gorî daneyên AFP'ê ku xwe dispêre daneyên çavkaniyên artêşa Îsraîlê, ji destpêka şerê 7'ê Cotmeha 2023'yan ve, 904 leşkerên Îsraîlê, hatine kuştin.

 

Netanyahu hişyarî da niştecihên Xezeyê ku ji bajêr derkevin

 

Di vê navgîna şêrê dijwar de Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu, hişyarî da niştecihên Bajarê Xezeyê ku tavilê ji wir derkevin.

Her wiha Netanyahu got ku hêzên Îsraîlê niha ji bo operasyoneke bejayî li hundirê bajarê Xezeyê ji nû ve kom dibin. 

Ji aliyê din ve jî Hemasê bertek nîşanî hişyariya Serokwezîrê Îsraîlê ya ji bo valekirina Xezeyê da û ev yek wekî sûcê bi darê zorê yê koçberkirinê bi nav kir.

Her wiha dest nîşan kir ku koçberkirin dijberiyeke eşkere û bêhempa ya li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ye. 

Hemasê bêdengiya saziyên Neteweyên Yekbûyî rexne û diyar kir ku Konseya Ewlekariyê ya NY'ê li hember van sûcên hovane tu bersivan nade.

 

Qeterê ji berpirsên Hamasê xwest ku bersivê bidin pêşniyara Amerîkayê

 

Ji bo pêkanîna agirbesta li Xezeyê û berdana dîlgirtiyan jî, Qeter hişyarî da Hemasê ku bersivê bide pêşinyara Amerîkayê.

Li gorî Reutersê Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Derve Şêx Mihemed bin Ebdulrehman El Thanî di hevdîtinên duh ên li Dohayê de, ji bo pêkanîna agirbestê li Xezeyê û berdana dîlgirtiyan, ji rêberên Hamasê xwest ku bersivê bidin pêşniyara dawî ya Amerîkayê.

Li ser vê mijarê Hemasê jî ragihand ku wan hin pêşinyarên Amerîkayê yên ji bo gihîştina rêkeftineke agirbestê li Xezeyê wergirtine û ew bi navbeynkaran re li ser rêbazên pêşxistina van pêşinyaran nîqaş dikin.

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24