Trump: Em ê girava Xarkê û binesaziyên enerjiya Îranê ji holê rakin

Serokê Amerîkayê Donald Turmp careke din gef li Dewleta Îranê xwar û got ku, eger Îran Tengava Hurmizê veneke ew ê girava Xarkê ya Îranê ji holê rake.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Donald Trump li ser "Truth Social" nivîsand ku Amerîka ji bo bidawîanîna operasyonên lêşkerî, bi rejîmeke nû û maqûltir re di nav danûstandinan de ye.

 

Trump daxuyakirin ku eger ev danûstandin bi ser nekevin û eger Îran ji nû ve Tengava Hurmizê veneke, ew ê Girava Xarkê û hemû binesaziyên Nift û enerjiya Îranê ji holê rakin.

 

Girava Xarkê 26 kîlometreyan dûrî beravên Îranê li dawiya bakurê Kendavê ye.

 

Girav bi qasî 483 kîlometreyan li bakurê rojavayê Tengava Hurmizê cih digire.

 

Ji sedî 90 hinardekirina petrola Îranê ji vê giravê pêk tê.

 

Ji ber vê yekê desteserkirina wê dê bihêle ku Amerîka bi awayekî cidî bazirganiya enerjiyê ya Îranê têk bibe û aboriya Tehranê bixe bin zexteke mezin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye