Serokê Dadweriya Îranê: Muxalîfan bi lez darve bikin

Di demeke ku Trump behsa hilweşandina Îranê dike, îranê jî bi biryareke lezgîn biryara darvekirina hemû muxalîfan da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê dadweriya Îranê Xulam Huseyîn Muhsenî Êjeyî bang li dadgehan kir ku dozên girtiyên ku alîkariya dijberên Îranê dikin, bi cezayê darvekirin û desteserkirina mal û milkê wan bilezînin.

Heta dewleta Îranê di ber hilweşînê de ye, girtîyan bi cezaya darvekirinê ceza dike, di hemû dewletan de dema ku şer rûdide, efûya giştî ji bo girtîyan tê dayîn, lê ev yek li gel Îranê berevajî ye.

Li gorî ajansa nûçeyan a Mîzanê ya girêdayî desthilata dadweriyê ya Îranê, Êjeyî diyar kir ku dozên li dijî kesên ku alîkariya dijberên Îranê dikin divê bilez werin vekirin û daxwaza dayîna zû ya cezayên darvekirinê yan jî desteserkirina mal û milkên wan kir.

Hêzên ewlehiyê yên Îranê bi sedan muxalîfên ku piraniya wan Kurd, Belûc, Ezerî ne bi tohmeta alîkariya dijmin girtine.

Nimûne, bi parvekirina vîdyoyên hesas li ser kanalên muxalefeta biyanî yan jî bi nîşandana piştgiriya xwe ji bo êrîşên ku ji hêla DYA û Îsraîlê ve ji 28'ê Sibatê ve hatine destpêkirin.

Rêxistinên mafên mirovan hişyarî da ku bi dehan kesên din di xetereya darvekirinê de ne, tohmeta wan jî têkiliya wan bi xwepêşandanên Çileyê re ye, yan jî alîkariya dijmin dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye