Wezaretê destnîşan kir ku ev pêngav li gorî biryara Encûmena Asayişê ya NY hatiye avêtin.
Birêkarê Wezareta Karê Derve Mihemed Husên, li gel cîgirê nûnerê taybet ê Sekreterê Giştî yê NY Claudio Cordoni, li Bexdayê protokola radestkirina komgeha navendî ya Neteweyên Yekgirtî îmze kirin.
Her du aliyan tekez kirin ku bidawîhatina erkê UNAMI’yê, nayê wateya qutbûna têkiliyên Iraq û Neteweyên Yekbûyî.
Berevajî wê, peywendî ji çarçoveyeke "siyasî û ewlehî" derbasî qonaxa "Hevkariya Geşepêdanê" dibin.