Senator Graham gef li Îranê xwar

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham got ku piştî êrişên Amerîkayê yên li Venezuelayê, divê rêberên Kuba û Îranê jî bi fikar bin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 2’yê vê mehê de derbarê xwepêşandanên li Îranê de peyamek belav kiribû. Trump gef li Îranê xwar û got; “Eger Îran xwepêşanderan bikujin, Amerîka dê bi hawara wan ve biçe. Em bi çek û cebilxaneyên xwe amade ne û li benda tevgerê ne.”

Donald Trump diyar kir ku êrişên li Venezuelayê ji aliyê Amerîkayê ve hatine kirin û got; “Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro û hevjîna wî jî hatine girtin.”

Senator jî gef li Îranê xwar

Piştî mûdaxeleya Amerîka ya li Venezuelayê, senatorê Amerîkî Lindsey Graham di hevpeyvîna xwe ya bi Axiosê re li ser operasyona li dijî Venezuelayê axivî.

Lê Graham bi taybet jî bi awayek vekirî gef li serokê Îran û Kubayê jî xwar û got; “Piştî êrişên Amerîkayê yên li Venezuelayê, divê rêberên Kuba û Îranê jî bi fikar bin.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye