Ajansa Tesnîmê ya Îranê belav kir ku Tîmên pispor ên ji şandeyên Îranî û Amerîkî dewreyeke danûstandinên rasterast ên çend demjimêran bi dawî kirin.
Heman çavkaniyê eşkere kir ku niha her du alî derbasî qonaxa danûstandina nivîsên nivîskî li ser mijarên ku di bin nîqaşê de ne, bûne.
Macron ji Pezeşkiyan xwest ku derfeta danûstandinan bi kar bîne
Li gorî Agahiyên ku hatine belavkirin, Serokê Fransayê Emmanuel Macron di rêya peywendiyeke telefonî de, ji Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan xwest ku derfeta danûstandinên ku li Îslamebadê heyî, bikarbîne.
Hate belavkirin ku Macron ji serokkomarê Îranê xwest ku peymaneke xurt ku garantîyên xurt ji bo ewlehiya herêmê peyda bike, bi beşdariya hemî welatên têkildar îmze bike.
Her wiha Serokkomarê Fransayê tekezî li ser pêwîstiya vegera azadî û ewlehiyê li Tengava Hurmuzê ji aliyê Îranê ve kir.
Di çarçoveya vekirina Tengava Hurmizê de, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê destpêkirina operasyonekê ji bo çêkirina rêyeke ewle ya nû li Tengava Hurmizê ragihand.
Ev yek jî, wekî beşek ji hewldaneke berfirehtir ji bo paqijkirina rêya avê ya stratejîk e.