Artêşa Îsraîlê êrîşên nû li başûrê Libnanê pêk anîn

Artêşa Îsraîlê careke din êrîş li dijî başûrê Libnanê pêk anî. Serokkomarê Libnanê Cozêf Ewn ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê daxwaz kir ku fişarê li Îsraîlê bike, da ku êrîşên xwe rawestîne.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Tevî ragihandina peymaneke çarçoveyî û ragihandina agirbestê li Libnanê, lê artêşa Îsraîlê di êrîşên xwe yên li ser Libnanê de berdewam dike.

Li gorî Televizyona fermî ya Libnanî, droneke Îsraîlê erbeyek li herêma Nebetiyê armanc kir.

Di encama vê armanckirinê de 2 kes birîndar bûn.

Her wiha li gorî heman çavkaniyê, droneke din ya Îsraîlê bombeyeke dengî bi ser bajarokê Mensûrî yê başûrê Libnanê de avêt

Ewn: Ji bo vekişîna ji Libnanê divê Amerîka fişarê li Îsraîlê bike

Di vê çarçoveyê de, serokkomarê Libnanê Cozêf Ewn daxuyaniyek da.

Cozêf Ewn di daxuyaniya xwe de ji bo yekkirina axa Libnanê alîkarî ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xwest û got:

“DYA’yê aliyê yekane ye ku dikare fişarê li Îsraîlê bike, da ku êrîşên xwe rawestîne û pêşî li berfirehbûna deverên dagîrkirî yên başûrê Libnanê bigire."

Her wiha Ewn da zanîn ku wekî mafekî rawa, dewlet hewl dide serdestiya artêşê û saziyên rewa li tevahiya xaka Libnanê bisepîne.

Di hemam demê de, serokkomarê Libnanê bal kişand ser dan û standinên nerasterast ên bi Îsraîlê re jî û diyar kir ku Libnan neçar ma vê rêyê bişopîne, da ku dema dagîrkirinê kurt bike û vegera koçberan ewledar bike.

Artêşa Îsraîlê ji dema ku Hizbullahê rokêt di 2’ê adara borî de avêtin axa Îsraîlê, bi berdewamî êrîşî axa Libnanê dike.

Tevî ku çend caran agirbest hat ragihandina û dan û standin pêk hatin û peymanek jî hat ragihandin, lê ev êrîşî ranewestiyan.

Niha jî, Libnan weke bendekî peymana ragihandî ya di navbera Îsraîlê û Libnanê de, li ser vekişîna hêzên Îsraîlê ji axa Libnanê dixebite.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye