Di navbera Sûriyê û Amerîkayê de, piştî demeke dirêj ji nakokiyan, wê hevdîtin dest pê bikin
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê (SANA), serokê Sûriyê Ehmed El-Şera, roja şemiyê, danê êvarê, ji bo serdana xwe ya fermî ya yekem gihîşt Washingtonê.
Tê payîn ku Ehmed El-Şera sibe li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive.
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt, piştrast kiribû ku Donald Trump wê roja duşemê, li Koşka Spî mazûvaniya Ehmed El-Şera bike.
Ehmed El-Şera ji lîsteya terorê hat derxistin
Ev serdan, piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku El-Şera û Wezîrê Karên Hundir Enes Xetab ji lîsteya ceza û terorê derxistine, tê.
Ev serdana Serokê Sûriyê Ehmed El-Şera ya Washingtonê, hem ji bo Amerîkayê û hem jî ji bo Sûriyê, bûyereke girîng tê dîtin.
Tê texmînkirin ku di hevdîtina Trump û El-şer de, di serî de rakirina sizayên Amerîkayê yên li ser Sûriyê, mijarên dualî û herêmî bên nîqaşkirin.
Sûriyê wê tevlî koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê bibe
Li gorî agahiyan, di serdanê de, wê tevlêbûna Hikûmeta Veguhêz a nava Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê were ragihandin û tifaqa bi Îsraîlê re were nîqaşkirin.
Ehmed El-Şera u Wezîrê Karên Derve Esed El-Şaibanî, roja yekşemê, li Washingtonê bi nûnerên rêxistinên Sûriyê re civiyan.
El-Şera di civînê de, balkişand ser "ruhê hevkariyê di navbera Sûriyan de û got:
"Sûriye ji bo ji nû ve avakirinê, hewceyî hewldanên gelê xwe ye, hem li hundir û hem jî li derveyî welêt."
Beriya çuyîna Amerîkayê, senaryoya çêkirî ya operasyona li dij DAIŞ'ê
Li aliyê din, hêzên ewlehiyê yên hikûmeta veguhêz a Sûriyê, roja şemiyê, ragihandin ku qaşo wan operasyoneke ewlehiyê ya berfireh li dijî (DAIŞ), dan destpêkirin û 71 endamên wê girtine.
Li gorî çavdêrên siyasî, ev senaryoke çêkirî ye ku Hikûmeta Sûriyê dixwaze beriya serdanê, nîşan bide ku ew li dijî DAIŞ'ê têkoşîn dike.
Lê li herêmên di bin kontrola hikûmeta Veguhêz de ala DAIŞ'ê têne dîtin.
Dîsa keseyatên ku endamtiya wan ya DAIŞ'ê bi caran hatiye belgekirine jî, di astê N cuda yên hikûmetê de, hatine erkdarkirin.
Lewra ev operasyon, mijara gotinê weke senaryoyeke çêkiri ye ya beriya hevdîtinên Trump û şera têne nirxandin.
Serdana El-Şera ya Amerîkayê heta 11`ê mijdarê berdewam dike
Serdana serokê Sûriyê Ehmed El-Şera ya Amerîkayê, heta 11`ê Mijdarê berdewam dike.