Medyaya fermî ya dewleta Cezayîrê ragihand ku di şewata roja pêncşemê de ku serê sibehê li sêwîxaneyekê derket, 11 kes mirin û 19 kesên din jî birîndar bûn.
Agir li Saziya Zarokatiyê ya Awarte ya li navçeya Mohammadiyê ya li derdora rojhilatê paytexta Cezayîrê derket.
Rêveberiya Giştî ya Parastina Sivîl diyar kir ku 10 ji birîndaran bi giranî şewitîne.
Di heman demê de tîmên awarte 5 kesên astengdar ji sêwîxaneyê derxistine cihekî biewle.