Li Almaniya ji ber germahiya zêde 5,120 kes mirine

Almaniyayê germahiya zêde dijî.Enstîtuya Robert Koch (RKI) raporek weşand û destnîşan kir ku di sala 2026'an de ji ber germahiya zêde nêzîkî 5 hezar û 120 kes mirine.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Hat Nûkirin: Çend welatên Ewropî li hember pêlek germahiyê ya bêhempa dijîn, ku li wir germahî dighêje astên herî bilind.

Îsal ji ber germahiya zêde li Almanyayê gelek kes mirin.

Li Almanyayê wekî cihê germahiyê yê herî bilind ên heta niha hatine tomar kirin.

Ev yek dibe sedema hişyariyên rayedaran li ser xetereyên tenduristiyê.

Enstîtuya Robert Koch (RKI) raporeke weşand û destnîşankir ku di sala 2026'an de ji ber germahiya zêde nêzîkî 5,120 kes mirine.

Di raporê de hat nîşandan ku germahiya zêde bandorên kujer li ser mirovên temen mezin dike.

2950 kes yên temen mezin ji ber germahiyê jiyana xwe ji dest dane.

Di nirxandina berê ya heman Enstîtuyê de diyar dibe ku hejmara niha pir zêde bûye.

Pêla germahiyê ya ku bandorê li Ewropayê kiriye, li Almaniyayê germahiyên rekord û dijwar derxisetine pêş.

Beriya niha jî Ajansên meteorolojiyê ragihandin ku girseya hewaya germ bandor li beşên mezin ên parzemînê kiriye.

Rayedaran tedbîran girtinê, di nav de hişyarî dane niştecihên Almaniya yê.

Xizmetên agirkujiyê û bersiva bilez da û asta hişyariya xwe ji ber ziwabûn û germahiyên bilind ên li daristan û deverên çandiniyê bilind kirine.

Li gorî pisporên avhewayê jî ev bilindbû pêlên germahiyê yên zêde li Ewropayê bandorên mezin yên guherîna avhewayê nîşan dide.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye