Li çend parêzgehên Yemenê, ji ber lehiyê12 kesan jiyana xwe ji dest da û 16 kesên din jî birîndar bûn.
Her wekî din jî, bi sedan kes ji malê xwe derketine, bi dehan xanî jî, ji ber lehiyê hatine hileweşandin.
Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku 180 malbat li parêzgehên El-Hudeyde û Heceyê ji ber lehiyê bandor bûne.
Ji aliyê xwe ve jî, Komîsyona Karûbarên Penaberan tekez kir ku tîmên wan, hewl didin cihên bi ewle ji kesên ku ji malên xwe derketine peyde bikin.
Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) hişyariya lehiyeke nû li Yemenê da û diyar kir ku zêdetirî 113,000 hektar erdê çandiniyê di bin xetereya lehiyê de ne.