Trump: Me Tengava Hurmizê Kontrol Kir û Mayînên Îranê Paqij Kirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku hêzên welatê wî bi temamî kontrola Tengava Hurmizê kirine û hemû mayînên deryayî yên Îranê ji holê rakirine; Trump her wiha ji bo zirara şer daxwaza tawîzeke aborî ji Îranê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, derbarê geşedanên herî dawî yên li Kendavê û aloziya ligel Tehranê de daxuyaniyên girîng dan. Trump destnîşan kir ku hêzên deryayî yên Amerîkayê Tengava Hurmizê kontrol kirin e, ku yek ji girîngtirîn rêyên deryayî yên bazirganiya petrolê ye, xistine bin destê xwe.

Trump bal kişand ser metirsiya mayînên deryayî û got ku tîmên wan ên leşkerî hemû mayîn û astengiyên ku ji aliyê Îranê ve hatibûn danîn, bi temamî paqij kirine û ewlehî vegerandine herêmê.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Trump bal kişand ser krîza aborî ya ku Îran tê de ye û diyar kir ku rewşa aborî ya Tehranê gelekî xerab bûye. Serokê Amerîkayê her wiha daxwaz kir ku Îran berdêl û tawîza madî ya hemû zirarên ku di encama pevçûnên leşkerî de gihîştine hêzên Amerîkayê, bide.

Tengava Hurmizê korîdoreke krîtîk e ku %20'ê petrola cîhanê di wê re derbas dibe. Ev herêm qada aloziya leşkerî ya di navbera DYA û Îranê de ye; DYA li vir parastina bazirganiya navneteweyî dike, Îran jî wê wekî herêma ewlehiya xwe ya neteweyî pênase dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye