Serokê nû yê Kolombiyayê, Abelardo de la Espriella ragihand ku erdhejeke mezin a bi hêza 7,4 pileyî welat hejandiye. Li gorî daxuyaniya fermî, di vê rûdanê de herî kêm 111 kesan canê xwe ji dest daye, 87 kes birîndar bûne, 61 avahî bi temamî hilweşiyane û zirar gihîştiye 1575 xaniyan.
Rêveberê Saziya Jeolojiyê ya Kolombiyayê, Julio Fierro Morales diyar kir ku ev erdhej di nava deh salên dawî de erdheja herî bihêz e ku li welat hatiye qeydkirin. Morales da zanîn ku piştî erdheja serekî, du paşlerzeyên din bi hêza 2.8 û 4.8 pileyî pêk hatine.
Tîmên tenduristiyê û parastina sivîl ji bo alîkariya qurbaniyan ketine tevgerê, bi taybet li bajarê Cali û herêmên derdorê ku zirarên mezin dîtine. Di heman demê de, serokên gelek dewletên cîhanê ji Amerîka, Ewropa û Rojhilata Navîn amadehiya xwe ji bo piştgiriya xebatên rizgarkirinê yên li Kolombiyayê nîşan dane.