Cara herî dawî ku li Sûriyê hilbijartinên parlamentoyê hatin lidarxistin di 19ê Tîrmeha 2020an de bû. Ev hilbijartin di bin kontrola hikûmeta Beşar Esed de pêk hatin û wekî hilbijartinên Meclîsa Gel a Sûriyê hatin binavkirin.
Li gorî nûçeyên dawî, tê payîn ku yekem hilbijartinên parlamentoyê yên piştî hilweşîna rejîma Esed di bin rêveberiya nû ya demkî de di navbera 15 û 20ê Îlona 2025an de bêne lidarxistin.
HILBIJARTIN DI ÎLONÊ DE TÊNE LIDARXISTIN
Serokê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclîsa Gel li Sûriyê Mihemed El-Ehmed ji ajansa SANA re da zanîn ku hilbijartinên Meclisa Gel, ku ji 210 parlamenteran pêk tê, dê di navbera 15 û 20ê Îlonê de bêne kirin.
Rayedaran piştrast kirin ku herêmên derveyî kontrola hikûmetê, di nav de yên ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parêzgeha Suwêydayê, dê li gorî hejmara niştecihên xwe kursiyên xwe biparêzin.
EL-ŞERE DÊ SÊYEKÊ KURSIYAN TAYÎN BIKE
Serokê Demkî yê Desthilata Şamê Ehmed El-Şere projeyek zagonê ya hilbijartinan wergirt ku biryarnameyek berê diguherîne û hejmara kursiyan ji 150î dike 210. Hat diyarkirin ku ew ê sêyeka van kursiyan tayîn bike.
Sûriyê di meha Adarê de daxuyaniyek destûrî ji bo rêveberiya qonaxa veguhêz bi serokatiya Şere derxistibû. Tê de piraniya şaxên jiyana dewletê ket bin destê wî bêyî lêvegereke komîteyên çavdêriyan.
Ev daxuyaniyê fikarên gelek welatiyan derbarê kombûna desthilatê di destê rêberiya Îslamî ya li Sûriyê de, derxistine holê.