Di şerê li hember Îranê de roj bi roj kuştiyên leşkerên Amerîkî zêdetir dibin.
Beriya du rojan Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihandibû ku 3 leşkerên wan di şerê bi Îranê re de hatine kuştin.
Di şerê Îranê de 6 leşkerên Amerîkî hatin kuştin
Duh Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hejmara leşkerên Amerîkî yên ku ji destpêka şerê li dijî Îranê ve hatine kuştin gihîştiye 6´an.
CENTCOM di postek li ser platforma X'ê de wiha nivîsand:
“Hêzên Amerîkî termên du leşkerên ku berê wekî winda di nav tesîseke ku di êrîşên destpêkê yên Îranê de li herêmê hatibû hedefgirtin, dîtin.”
Di hevpeyvîneke telefonê ya bi CNN'ê re, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump got ku artêşa Amerîkî pir bi tundî li Îranê dixe û wiha lê zêde kir:
TRUMP: Em pir bi tundî li Îranê dixin
“Em pir bi tundî li wan dixin.
Ez difikirim ku ew pir baş diçe.
Êrîş pir bi hêz in. Artêşa me ya herî mezin a cîhanê ye û em wê bikar tînin."
Dema ku ji Trump hat pirsîn ku wê şer çiqas dirêj dibe Trump wiha bersiv da:
“Ez naxwazim şer dirêj bibe. Min her digot ew ê çar hefteyan bidome lê em hinekî ji bernameyê pêşdetir in.”
Artêşa Amerîkayê doh destnîşan kir ku DYA di 48 saetên pêşîn ên şerê li dijî Îranê de, li zêdetirî 1250 hedefan xistiye.
Her wiha roja yekem li zêdetirî 1000 hedefan xistiye.
Li gorî daxuyaniyek ji Fermandariya Navendî ya Amerîkayê, ku çavdêriya hêzên Amerîkayê li herêmê dike, di nav hedefan de navendên fermandarî û kontrolê, navendên mûşekên balîstîk, keştî û binavbehriyên deryayî yên Îranê hebûn.