Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêza wan bajarokê Vilya li herêma Dnipropetrovsk kontrol kiriye.
Lê Ûkraynayê derbarê ketina bajêr de hate niha ti daxuyaniyek nedaye.
Rûsya kontrola xwe li herêma Donbasê li rojhilatê welêt zêde dike û rojane girtina gundên nû radigihînin.
Li aliyeke din jî, fermandarê giştî yê hêzên Ûkraynayê Oleksandr Syrskyida, da xuyakirin ku hêzên Ûkraynayê gundên Mykhailivka, Zeleny Hay û Volodymyrievka, ji nû ve kontrol kirine.
Ajansa îstîxbarata leşkerî ya Ûkraynayê eşkere kir ku wan operasyoneke hevbeş bi yekîneyeke leşkerî re lidar xistiye, da ku gundê Novomikhaylevka, li başûrê Pokrovskê - vegerînin.