Berdevkê Talîbanê ragihand ku hêzên Pakistanê herêmên sînorî yên Efxanistanê bombebaran kirin.
Di encamê de, 9 zarok û jinek hatin kuştin.
Çavkaniyeke xwecihî eşkere kir ku li parêzgeha Xost, êrîşek pêk hat û wiha got:
“Hêzên Pakistanî mala sivîlekî bombebaran kirin.
Neh zarok ku di nav wan de, 5 kur, 4 keç û jinek hatine kuştin.
Her wiha li herêmên sînorî jî, ji ber êrîşan 4 kes birîndar bûne.”
Li ser sînorê her du welatan, bi awayekî hemdem pevçûn û şer derdikevin.
Ji bo hewldanên aştiyê, herdu alî li gelek welatan bi rêya navbeynkaran hevdîtin pêk anîn.
Lê hemû hewldanên aştiyê û kêmkirina aloziyan bi bin ketin.