Li Amûdê û Kobanê çalakiyên 25'ê Mijdarê hatin lidarxistin

Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê, Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, li Amûdê û Kobanê çalakî hatin lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li bajarê Amûdê Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê civînek li dar xist.

Di civînê de endamên yekîtiyê yên bajarê Amûdê û Qamişlo beşdar bûn.

Beşdaran li ser rola jinan di avakirina civaka azad de axivîn.

Di heman çarçoveyê de Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Partiya Demokrat a Kurd semînerek li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan da.

Semîner li navenda çandê ya Kemal Derwîş a bajarê Amûdê hat dayîn.

Di semînerê de nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û şênî beşdar bûn.

Jinên kantona Firatê jî li dijî tundiyê, bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" li bajarê Kobanê meşiyan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye