Li Başûrê Kurdistanê her diçe tundiya li ser jinê zêdetir dibe

Rêveberê Ragihandin û Pêşîlêgirtina Tundiya li Dijî Jinan û Xêzanan Raîd Rêbwar Eshed diyar kir tundiya li ser jinan zêde bûye û got: “Sedamên sereke yên zêdebûna tundiyê serdestiya mêr,cudabûna hevjînan, pirsgirêkên aborî, hişmendiya civakî û çandî ye”.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevî pêşketinên cîhanî di warê maf, zagon û azdiyê de, hîn jî jin li gelek welatên cîhanê rastî şideta fîzîkî, cinsî û îşkenceyên cur bi cur tên.

Rêveberê Ragihandin û Peywendiyên Rêveberiya Pêşîlêgirtina Tundiya li Dijî Jinan Raîd Rêbwar Eshed derbarê zêdebûna tundiya piskolojîk, aborî û civakî û neheqiyên li jinê tê kirin de axivi.

Rêbwar Eshed destnîşan kir ku her diçe rêjeya tundiya li ser jinê zêdetir dibe û wiha got: "Li Başûrê Kurdistanê bi taybet li navçeya Raniyayê di civakê de tundiya li ser jinê zêdetir dibe. Hişmendiya civakî û çandî yek ji sedemên zêdebûna tundiyê ne. Her wiha serdestiya mêr û cudabûna hevjînan jî sedemên sereke ne ku mirov dikare rêz bike.

Eshed piştrast kir ku ji salên 90’î û vir ve erk û misyona jinê zêdetir bûbe jî, lê hê jî pêwîstiyek zêdetir bi vê rolê heye.

 

Yek ji sedema zêdebûna tundiyê bikaranîna teknolojiyê ye

 

Raîd Rêbwar Eshed diyar kir ku mijara aborî jî dibe sedema tundiyê û wiha domand: "Eger serwerê malê nikare be pêwîstiyên malê û zarokan bîne di nava malbatê de pirsgirêk derdikevin. Eger tundiya li ser jinan yên 8 mehên îsal bîne ber 8 mehên sala borî wê bibîne ku rêje zêde bûye." 

Eshed da zanîn ku hişyariya xelkê zêdetir bûye û ev yek dihêlê serî li navendên tundiyê bidin, bûyerên tundiyê tomar dikin û kesên sûcdar tên cezakirin.

 

Divê civak pirsgirêkên xwe li ser esasê aştiyê çareser bike

 

Raîd Rêbwar Eshed anî ziman ku her sal kesayetên pispor û jêhatî dersên hişyariyê didin xwendekaran û civak bi semîner û civînan tên hişyarkirin, ji bo ku pirsgirêkên xwe li ser esasê navxwe û aştiyê çareser bikin.

Rêveberê Ragihandin û Peywendiyên Rêveberiya Pêşîlêgirtina Tundiya li Dijî Jinan Raîd Rêbwar Eshed di dawiyê got ku xeteke taybet bi hejmara 119’an heye kesên ditirsin dikarin bi vê jimarê xwe bigihînin wan û ew ê li gorî hiqûqê tevbigerin. 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24