DNA`yên ser bedena Rojînê hat tespîtkirin neperîne

Li gorî rapora pêvek a ATK’ê ya têkildarî Rojîn Kabaîşê de teqez bû ku 2 DNA’yên li ser bedena Rojîn Kabaîş hat tespîtkirin neperîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî rapora pêvek a ATK’ê ya têkildarî Rojîn Kabaîşê de teqez bû ku 2 DNA’yên li ser bedena Rojîn Kabaîş hat tespîtkirin neperîne.

DNA`yên ser bedena Rojînê hatine tespîtkirin neperîne

Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş di 27’ê Îlona 2024’an de winda bû û cenazeyê wê 18 roj piştre hate dîtin.

Mirina bi guman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîşê heta niha jî nehatiye ronîkirin.

Pirsên têkildarî DNA’yên du zilaman ên di rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) de hatibûn tespîtkirin hêj nehtine bersivandin.

ATK’ê diyar kir ku dema ev mînak dane ber hev û derket holê ku tu yek ji wan DNA’yan û yên li ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine dîtin hev negirtine.

Bi vê yekê re teqez bû ku 2 DNA’yên li ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine dîtin neperîne.

 

Êdî nirxandin dê ji hêla gumanbar ve were destgirtin

 

Tê payîn ku piştî raporê, dozgerî dê nirxandina xwe li gorî kesên gumanan jê dibe bike û DNA’yan bide ber hev.

Mijara herî zêde cihê fikarê ew e ku dosya were vehêlandin.

Hiqûqnas dibêjin ku ji bo ronîkirina dosyayê dibe ku yek ji daneyên herî girîng, agahiyên di telefona Rojînê de ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye