Li Nîjerya rewşa dayîkan di metirsiyê de ye. Di van salên dawiyê de hejmara mirina wan zêde bûye, her heft deqeyan dayîkek dimire.
Nîjerya ji bo zayînê welatê herî xeternak di cîhanê de ye. Di sala 2023yan de, li ser asta cîhanê zêdetirî 29% jinên Nîjerya di dema zayînê de, jiyana xwe ji dest dane.
Li gor agahiyan, her sal 75,000 jin di dema zayînê de li vî welatî dimirin, ew jî tê wê wateyê ku her heft deqeyan jinek jiyana xwe ji dest dide.
Di sala 2021’an de, nêzî 121,000 qabîle ji bo 218 milyon şêniyên Nîjerya re hebûn. Her wiha kêmî nîvê hemû zayînan di bin çavdêriya hemşîreyan de bûn.
Li gorî rêxistina World Health Organization’s, hewcedariya Nîjerya bi nêzî 700 hezar hemşîre heye.
Li gorî Martin Dohlsten ji ofîsa Nîjeryayê UN’s children’s organization, Unicef gotiye, sedema mirina piraniya dayîkan ji ber rewşa tenduristî ne başe û kêmasiya alîkariyên tenduristî, dermanên buha ku gelek kes nikarin bikirin, nebawerî û neewlehiya hin kesan ji bijîşkan re hene.
Li Nîjerya berî sala 2000 mirina dayikan ji niha zêdetir bû, lê niha tevî ku ji berê kêmtir bûye, dîsan jî rêje bilind e û rêjeya mirina dayîkan gihiştiye 40% ew jî piştî berfirehkirina alîkariyên tenduristî. Lê Rêjeya hejmara dayîkan ên ku rewşa wan baş bûye tenê 13% ye.
Malva Misto