Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo Rojîn Kabaîş çalakî hatin lidarxistin

Piştî ropora nû ya di derheqê Rojîn Kabaîş de deket li seranserî Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyan de banga dîtina kiryaran û şikandina zincîra bêcezatiyê hate kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di salvegera bûyera Rojîn Kabaîş de li gelek bajaran bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) çalakî hatin lidarxistin.

Di çalakiyan de gel hêrsa xwe ya li hember xemsariya darazê û bêceza hiştina sûcdaran  anî ziman û banga girtina wan hat kirin.

 

Dîlan Başboga: dadgeh bêdeng bû lê em bêdeng namînin

 

Li Agirîyê ji bo Rojîn Kabaîş, siyasetmedar û rêxistinên jinan çalakî li darxistin. Di çalakîyan de banga mezinkirina têkoşînê li dijî pergala ku delîlan tune dike hat kirin.

Çalakvana TJA’yê Dîlan Başboga piştî meşê axivî û got:

"Ev pêvajo encama paşguhkirina dadgehê û pergala serweriya mêr e."

 

DNA’yên li ser laşê rojînê yê kî ye?

 

Li Şirnex û Êlihê jî ji bo Rojîn Kabaîş daxuyani hat dayîn. pankartên "Kujer diyar in, edalet li ku derê ye?" "dadgeh bêdeng bû, em ê bêdeng nebin!",  "Kujerên Rojînê çima tên parastin?" hate hilgirtin.

 

"Bi bêdengiyê em belav dibin"

 

Rêxistinên jinan, xwendekarên zanîngehê û rêxistinên saziyên sivîl li Amedê li Qada Şêx Seîd derbarê ronîkirina mirina biguman a  Rojîn Kabaîş de çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Hevala Rojîn Kabaîş, Cemîle Eren daxuyanî xwend û da zanîn ku Rojînê întîhar nekiriye û got: “Bêdeng nemînin bi bêdengiyê em parçe parçe belav dibin."

 

Şukran Efeturk: Em pîroziya jiyana jinan diparêzin

 

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û TJA'yê li  Edeneyê daxuyanî da çapemeniyê. Jinan daxwaza ronîkirina qetilkirina Rojîn Kabaîş û cezakirina kujeran kirin.

Aktîvîsta TJA’yê Şukran Efeturk got:

"Eşkerekirina rastiya ku di laşê Rojîn de veşartî ye tê wateya parastina pîroziya jiyana jinan. Em ê bi dengê Rojînê li dijî tarîtiya serdest a mêran li ber xwe bidin."

 

"Sîstema bêcezatiyê her roj jinan qetil dike"

 

Her wiha li Riha,Dilok, Muş û Wanê jî bi daxuyaniyên cuda daxwaza eşkerekirina kujerên Rojîn Kabaiş û hemû jinan hat kirin.

Di çalakiyan de hat gotin ku cînayetên jinan ne pirsgirêkek takekesî ye, pirsgirêkek sîstemîk e.

 

Serokê baroya Wanê: Divê destdirêjiya li hember rojînê bê lêpirsîn

 

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku delîlên nû yên di dosya Rojîn Kabaîş de derketin holê îhtimala destavêtinê zêde kiriye û got, êdî ji xwekuştinê wêdetir îhtimala kuştinê mezin bûye.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye