Li gorî ANF`ê ragihandiye kontrolên tenduristî divê bi rêk û pêk bê kirin û dermankirin baş bê kirin.
Lê mixabin rêveberên girtîgehê pêşiya vê yekê digirin.
ANF`ê destnîşan kir ku rewşa tenduristî ya Zeyneb Celaliyan pir xirabe.
Li gel mijara emelyatê gelek pirsgirêkên din yên tenduristî hene. Lê heta niha li girtîgehê ji bo dermankirinê ti hewldan nehatiye kirin.
Zeyneb Celaliyan sala 2008’an hatibû girtin û piştî 2 salan ji girtinê cezayê darvekirinê lê hat birîn, piştre jî cezayê wê vegeriya girtina heta hetayê.
Zeyneb Celaliyan gelek caran bi êşkence û tundiya fîzîkî re rûbirû ma ye.