Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jin li dijî her cûre tundî, tacîz û mêtingeriyê têdikoşin.
Têkildarî qetilkirina jinan, Buroya Rihayê û Komeleya Xwegihandina Darazeke Adil (AYHED), bi hevkariya Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li Tirkiyê, raporek li ser binpêkirinên mafên jinan amade kirin.
Li gorî Rapora Binpêkirinên Mafên Jinan a Buroya Rihayê û AYHED'ê:
Di navbera sala 2024 û 2025'an de, li bajêr 12 jin hatine kuştin, 187 jin bi tundiyê re û 36 jin jî bi tacîza zayendî re rû bi rû mane. Her wiha 24 jin bi êrîşa zayendî re rû bi rû mane û 16 jinan jî hewl dane xwe bikujin.
Di raporê de hat eşkerekirin ku jin bi piranî di çarçoveya têkiliyên nêzîk de û di nava malê de tundî li wan hatiye kirin.
Buroyê di rapora xwe de destnîşan kir ku di sala 2024'an de 97 û di sala 2025'an de jî 90 bûyerên tundiyê û 36 bûyerên tacîza zayendî hatine tesbîtkirin.
Di raporê de hatiye dîyarkirin ku di navbera salên 2024 - 2025'an de li Rihayê 12 jin hatine kuştin û 2 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.