Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 45 jin hatin qetilkirin

Di 4 mehan de li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 45 jin hatin qetilkirin, saziyeke mafê mirovan jî eşkere dike ku kuştina piraniya wan jinan, di her du mehên adar û nîsanê de bûye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Mafê Mirovan a HANA raporek belav kir û tê de ragihand ku bi tenê di 4 mehan de 45 jin li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine qetilkirin.

Li gorî raporê, di meha adarê de 17 jin, di nîsanê de 19, di gulanê de 6 û di hezîranê de 3 jin bi sedem û şêwazên cuda hatine qetilkirin.

Rêxistina HANA dest nîşan kir ku; “Ev kuştin ji ber sedemên cûda yên malbat û bihaneyên şerefê pêk hatine. piranî jî bi rêya bikaranîna çek, kêr û êşkencekirinê çêbûne.”

Di sala borî de, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 158 jin hatibûn qetilkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye