Di entegrasyona li Sûriyê de rola jinan di rojevê de ye

Piştî geşedanên dawî, modela entegrasyona îdarî û leşkerî ya di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de bûye rojeva herî germ a welat. Di nav nîqaşên li ser paşeroja sîstema nû de, mijara herî krîtîk parastina destkeftiyên siyasî û leşkerî yên jinan e ku di pergala Rêveberiya Xweser de bi dest xistine. Gelo di vê pêvajoya nû ya entegrasyonê de dê mafên jinan û sîstema hevserokatiyê werin mîsogerkirin, an çanda mêrsalarî dê dîsa bibe serdest?

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Sûriye di qonaxeke nû û dîrokî re derbas dibe.

Li aliyekî Hikûmeta Veguhêz a li Şamê hewl dide pergaleke nû ava bike, li aliyekî din jî Rêveberiya Xweser û QSD ku saline dirêj in herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rê ve dibin, li ser pergala nû ya entegrasyonê gotûbêjan dikin.

Çavdêrên siyasî destnîşan dikin ku hevsengiya di navbera parastina mafên herêmî û avakirina Sûriyeke yekgirtî de, kilîda aramiya mayînde ye.

Heta niha pêvajoya entegrasyonê berdewam dike

Pêvajoya entegrasyonê di 2 xalên sereke de giran dibe.

Yek statuya rêveberî ya herêman û ya din jî tevlêbûna hêzên çekdar di nav artêşa neteweyî ya nû de ye.

Aliyên muxalif û Hikûmeta Veguhêz giraniyê didin pergaleke navendî an jî nenavendî ya sînordar.

Di heman demê de QSD`ê û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaza parastina modela xwe ya xweser û taybetmendiya xwe ya leşkerî dikin.

Tevî ku car caran alozî û pevçûnên herêmî diqewimin jî, lê dîplomasî û hewldanên ji bo dîtina formuleyeke navîn berdewam dikin.

Di navbera 2 modelan de jin çawa cihê xwe digire?

Di navenda van danûstandinan de mijara herî zêde ku balê dikişîne, rewş û rola jinan a di vê entegrasyonê de ye. 

Ji bo entegrasyoneke serkeftî ya ku jin tê de cih bigirin, gelek astengî hene.

Di Rêveberiya Xweser de pergala hevserokatiyê tê bicihkirin

Di pergala Rêveberiya Xweser de, bi rêya pergala "hevserokatiyê" û avakirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), jin gihîştine asteke bilind a biryargirtinê û di qada leşkerî û siyasî de bûne aktoreke sereke.

Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez dikin ku ti formuleyeke entegrasyonê an jî destûreke nû ya Sûriyê nabe ku mafên jinan tê de tune bin.

Di nava hikûmeta Sûriyê de tenê wezîreke jin heye

Li aliyê din, di nava saziyên Hikûmeta Veguhêz de jî, li ser misogerkirina mafên jinan û zêdekirina rêjeya nûneratiya wan di pergala nû ya dewletê de, nîqaş tên kirin. 

Civaka sivîl a Sûriyê zextê dike ku jin ne tenê di warê mirovî de, lê di nivîsandina destûra nû de jî xwedî maf bin.

Cudahiya bîrdozî ya di navbera aliyan de, çanda mêrsalarî ya ku li seranserê civaka Sûriyê hîn jî bibandor e û tirsa ji windakirina mafên siyasî, dabeşbûnekê di navbera daxwazên jinên li herêmên cuda de çêdike.

Pisporên hiqûqa navdewletî diyar dikin ku heke rûniştina li ser maseyê tenê di navbera lîderên leşkerî yên mêr de bimîne, ev yek dikare bibe sedema paşguhkirina mafên jinan û civakê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye