25 jin bi dengên xwe diçin parlementoya Iraqê

Tevî astengiyên civakî yên li pêşiya jinan, di dema şeşem a parlementoyê Iraqê de 84 jin bi serketin û 25 jin jî bi dengên xwe biserketin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Niha rêjeya jinan a di parlementoyê de gihiştiye ji sedî 25.5.

Parlementoya Iraqê ji 329 kursiyan pêk tê, 320 yên giştî ne û 9 kursî jî yên kotayê ne.

Jin jî bi sîstema kota ji sedî 30 diçin parlementoyê.

Jinan bi hejmarên cuda di şeş demên parlementoya Iraqê de cih girtine ku bi giştî hejmara wan dike 503 parlementer.

Di yekem hilbijartina piştî rûxîna rejîma Baas a di Mijdara 2005’an de ku erkê wê nivîsandina desturê bû, 87 jin bûn parlementer.

Di hilbijartina dema duyem a parlementoyê de 80 jin bûn parlementer.

Di dema sêyem de 83 jin, di dema çarem de 84 jin û di dema pêncem de jî 97 jin bûn parlementer.

 Lê di hilbijartina dema şeşem de ev nûnertiya jinan a li parlementoyê kêmtir bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye